Li Cizîrê rojnamevanek hat birîndarkirin

Li Cizîra navçeya Şirnexê di 20ê Çile de, Kameravanê Televizyona İMC Refîk Tekîn, di serdema ku nûçe dişopandin, hat gulebarankirin.

K24 – Cizîr

Li Cizîra navçeya Şirnexê di 20ê Çile de, Kameravanê Televizyona İMC Refîk Tekîn, di serdema ku nûçe dişopandin,  hat gulebarankirin.

Agahiyên ku Kurdistan24 bidest xistine, Refîk Tekîn piştî birîndar dibe jî, bi deswerdanên neyînî yên polêsan re rûbirû dimîne.

Polîs, pehînan li lingên wî yên birîndar dixin û bi erdê ve tê xijiqandin. Li nexweşxaneyê jî, dema ku nexweşxane Refîk Tekîn dişîne Mardînê bo çareseriyê, polîs bi hênceta ku desteser kiriye, destûr nade. Li ber deriyê odeya ku li nexweşxanê dimîne polîs rawestiyayî ye.

Refîk Tekîn niha li nexweşxaneya Cizîrê ye û rewşa wî baş e. Şandeke ji Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî îro dê li Şirnex û 2 navçeyên wê Silopî û Cizîrê lêkolînan bikin.