Karsazê Kurd behsa çareserkirina krîza penaberan kir

Hamdî Ulukaya beriya niha 2 milyon dolar bexîşbû Kobanê.

K24 – Davos

Her sal li bajarê Davosê yê Swîsreyê civîneke aboriyê tê sazkirin û di civîna doh de karsazê Kurd ê ku di dorpêça DAIŞê de 2 milyon dolar wek alîkarî dan Kobanê jî beşdar bû.

Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya siyasetnasekî Kurd e ku ji siyasetê zêdetir bi mast û alîkariyên xwe yên mirovî tê naskirin. Salên 90î ji bo xebatên akademîk çû Amerîkayê û salên 2000î dest bi veberhênana mast kir. Di demeke kurt de bi markeya "Çobanî" bû xwediyê serweteke giran û wekî patronê mast hat naskirin.

Di dorpêça DAIŞê ya li ser Kobanê de Ulukaya di nav Kurdan de zêde nedihat naskirin; lê dema ku 2 milyon dolar wek alîkarî dan; êdî Ulukaya di nav kurdan de bi çavekî cihê rûmetê hate naskirin û bû modela herî baş ji bo “karsazê mirovdost”.

Ulukaya di axaftina xwe ya li Davosê de behsa serkeftinên xwe kir û ji bo çareserkirina krîza koçberî û penaberiyê hinek nerînên xwe parve kirin.

Hêjayî gotinê ye “Patronê Mast” Hamdî Ulukaya peymana The Giving Pledge îmze kiriye û nîvê serweta xwe bexişandiye saziyên koçber û penaberan.