Li Bakurê Kurdistanê sermaye jiyan rawestand

K24 – Navenda Nûçeyan

Sir û seqema Sîbiryayê Bajarên Bakurê Kurdistanê xiste bin bandora xwe. Li gelek bajaran pileyên hewayê nêzîka 30 dereceyan daket binê sifirê û welatî derneketin derve.

Li gorî agahiyên ji Rêveberiya Keş û Hewayê ya Herêmê, Goleya Ardaxanê bû bajarê herî sar yê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê. Li navçeyê derengiya şeve serma -29,3 pileyan dakete bin sifirê.  

Li Ardahan û navçeyên wê seqema Sîbiryayê bandor li ser jiyana rojane kir, welatî derneketin derve û di destê sibehê de ji ber qeşagirtinê otomobîlan kar nekir. 

Li bajarên din yên welêt jî jiyana li derve sekini. Li Qersê pile daket di bin sifirê de -20,7, Li Erziromê -20,2 Li Erzînganê -18. Herwiha lig elek navçeyan bi sedan rê hatin girtin û li hinek bajaran perwerde jî rawestiya.