Mamosteyan dest bi nobeta perwerdeyê kirin
Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê (EGİTİM-SEN), li Diyarbekirê ragihandin ku ew ji bo mafên perwerdeyê dest bi nobeta perwerdeyê dikin.
K24 - Diyarbekir
Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê (EGİTİM-SEN), li Diyarbekirê doh ragihandin ku ew ji bo mafên perwerdeyê dest bi nobeta perwerdeyê dikin.
Di daxuayniyê de hat gotin ku, bi ragihandina qedexeyan û destpêkirina şer û pevçûnan, mamoste û xwendevan di bin gefa çekan de mane û bepirsyariya hemû binpêkirina mafan di stoyê hikûmetê de ye. Bang hat kirin ku di zûtirîn dem de bila alî vegerin ser maseya gotûbêjan û dest şer û têkbirinê berdin.
Bi taybet li Sûr a navçeya Diyarbekirê 50 roj e, li Cizîra Navçeya Şirnexê jî 37 roj e ku qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin û hemû maf û xizmetên bingehîn nagihên nişteciyên wan navçeyan.
Herwiha li Diyarbekirê Xebatkarên Saxlamiyê (Tendiristiyê) jî 15 roj e ku nobeta gihandina saxlamiyê dan destpê kirin.