Muslim: Kongreya Cenêvê bisernakeve

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragihand ku divê nûnerên Kurdan di kongreya Cenêv3 de hebin, herwiha Ceyş el-Îslam jî bi mîna DAIŞê binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragihand ku divê nûnerên Kurdan di kongreya Cenêv3 de hebin, herwiha Ceyş el-Îslam jî bi mîna DAIŞê binav kir.

Hevserokê PYDê Salih Mislim ji “Rueters” re ragihand ku, eger aliyên bi bandor di dosyeya Sûriyê de, di Cenêv3 de beşdar nebin, wê demê Cenev2 dê dubare bibe.

Herwiha di baweriya Mislim de, dê danûstandin biser nekevin û dê negihin çareyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re, ji ber vê yekê ew bi hêvî ne ku tevahiya aliyan li ser mêza danûstandinan rûnin.

Mislim amaje bi wê yekê kir, ku grûpa Ceyş el-Îslam dê di civînên Cenevê de beşdar bibe, herwiha ew grûp jî bi mîna DAIŞê binav kir.

Ev daxuyaniyên Mislim di demekê de ne, ku biryar e di 25 vê mehê de danûstandinên hikûmeta Sûriyê û opzîsyonê li Cenevê birêve biçin, bo dîtina çareseryeke siyasî ji krîza Sûriyê re, PYDê jî ji bo van danûstandinan nehatiye vexwandin.