Hikûmeta Kurdistanê: Cîhanê em bi tenê hêştin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê planek ji bo çareserkirina krîza aborî, amade kiriye.

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê krîza aborî de ragihand ku, cîhanê ew bi tenê hêştin.

Biryar e sibe Şemiyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana ku derbarê çareserkirina krîza aborî de amade kiriye, ji wezaretan re şîrove bike.

Hikûmet duh bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û beşdarbûna parêzgarên Hewlêr, Dihok û Helebceyê civiya, di civînê de sedemên derketina krîza aborî hatin diyarkirin. Parêzgarê Silêmaniyê jî nikarîbû beşdar bibe, li gor daxuyaniya ku di dawiya civînê de hatiye belavkirin.

Derbarê wan sedeman de, Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku, ji sala 1991ê ve, krîzek wiha bi ser Herêma Kurdistanê de derbas nebûye û wiha pêde çû: “Sedemên vê krîzê, yek li pey yek evin: Birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, şerê DAIŞê, hatina bêhtir ji milyonek û 800 hezar penaber û derbiderî bo Herêma Kurdistanê, ya herî bi bandor jî, daketina buhayê petrolê bû.”

Dahata Herêma Kurdistanê ji sedî 90 ji firotina petrolê tê, li gor amarên cîhanî, buhayê petrolê ji sedî 70 daketiye, buhayê her bermîlekê jî niha derûdora 30 dolarî ye.

Di civînê de hat diyarkirin jî ku, vê rewşa niha ne tenê bandor li ser Herêma Kurdistanê kiriye, lêbelê rewşa aborî li hemû welatên ku pişt bi firotina ptrolê girêdidin, xirab bûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir jî ku, ew nikarin pereyan li cem xwe çap bikin yan qerzekî werbigrin û wiha berdewam kir: “Em gelek bi tenê ne, di demekê de ku em li şûna cîhanê şer dikin, ti alîkariyek derbarê rûbirûbûna DAIŞê de ji aliyê darayî ve, pêşkeşî Herêma Kurdistanê nehatiye kirin.”