Demirtaş: Leyla Zana ne bi navê me hevdîtin xwestiye

Serokomarê Tirkiyê daxwaza hevdîtinê ya parlementera HDPê, Leyla Zana erê kiriye.

K24- Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê, Selahedîn Demirtaş anî ziman ku, Leyla Zana “ne bi navê partiyê” hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê xwestiye.

Nivîskara rojnameya Sabah, Hîlal Kaplanê ragihand ku parlementera HDPê ya Agiriyê Leya Zana ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan daxwaza hevdîtinê kiriye. Erdogan jî bi erê bersiv daye.

Di vê derbarê de, Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş diyar kir ku helwesta Zana “kesî ye” û ew hevdîtin ne li ser navê partiya wan tê kirin.

Demirtaş got: “Leyala Zana dixwaze bi awayekê şexsî hewl bide û ne ser navê partiya me hevdîtin standiye. Lê ji aliyê me ve tu pirsgirêk nîne û rêza me ji kanalên gotûbêjan re heye.”