Hikûmeta Tirkiyê nikarî polê derbas bike!

"Pergala perwerdê 1, têkiliyên bi gel re 1, têkiliyên navneteweyî 1, demokrasî 1, piştevaniya bi çeteyan re 1, mirina zarokan 5, komkujî 5, kar û barên ne di rê de 5, şer 5 û asta ji polê derbasbûnê, di polê de ma."

K24 - Enqere

Xwendekaran li Parlamentoya Tirkiyê bawername da hem hikûmetê hem jî dane wezîrê perwerdehiya neteweyî. Şagirtan di karneyên ku dane hikûmet û wezaretê de ew serketî nedîtin û di polê de hiştin.

Xwendekarên Amadeyî yên ku bawernameya xwe wergirtin ligel parlementerê CHP Alî Haydar Hakverdî civîneke çapemeniyê saz kirin. Di civîna çapemeniyê de rêbaza pergala perwerdehiya Tirkiyê hat rexne kirin. Herwiha xwendekaran diyar ku ew wekî kobay têne bikar anîn, loma pergala perwerdehiyê veguheriye wekî, pergaleke pêlîstokî.

Parlamenterê CHP yê Enqerê Alî Haydar Hakverdî li ser sîstema perwerdeyê got: “Desthilatdarî di nav tevgerekê de ye ku civakeke cahil ava bike. Kirinên ku ketine 13 saliya xwe nîşaneya vê yekê ne. Her diçe xwendekarên me, asta wan ya serkeftinê ya di ezmûnên zanîngehan de kêmtir dibe.”

Di civîna çapemeniyê de hate diyar kirin ku ti bawerî bi pergala ezmûnê nemaye. Li du hev guherandin û veguherandina pergala perwerdehiyê rêya neserketîbûnê zêdetir vedike. Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku, li herêmeke Tirkiyê perwerde hatiye betal kirin û heta li Silopî û Cizirê dibistan wek baregehan têne bikar anîn.

Xwendekaran li ser kuştina zarokan dan zanîn ku ew her roj bi nûçeyên kuştina zarokan hişyar dibin û ji ber bê derfêtiyê zarokên ku nikarin xwendinê bikin û dawî li jiyana xwe tînin hene. Piştî ku xwendekaran nerînên xwe anîn ziman naveroka bawernameya hikûmetê û wezîrê perwerdê bo çapemeniyê ragihandin.

Xwendekarê Amedeyî Deniz Unal got: "Pergala perwerdê 1, têkiliyên bi gel re 1, têkiliyên navneteweyî 1, demokrasî 1, piştevaniya bi çeteyan re 1, mirina zarokan 5, komkujî 5, kar û barên ne di rê de 5, şer 5 û asta ji polê derbasbûnê, di polê de ma."

Di dawiya civîna çapemeniyê de li ser mebesta perwerdê ya deshilatdariyê jî hat gotin ku;  tê xwestin civakeke cahil bê ava kirin. Herwiha zalim desthilatdariya xwe dixwazin li ser pişta vê civaka cahil hê bilindtir bikin.