HDP endamên xwe bo Komîsyona Lihevkirinê diyar dike
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku endaman bide proseya amedekirina Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Nû.
K24 – Enqere
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku endaman bide proseya amedekirina Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Nû.
Serokê Parlamena Tirkiyê İsmail Kahraman ji bo avakirina desteya nivîsîna destûra nû name ji serokên giştî yên her çar partiyên siyasî re şandibû. Piştî nameyê AKP, CHP û MHP'ê ji bo amedekariya Desteya Destûra Nû sê endamên xwe diyarkirin. Lê HDP'ê jiber şerê li bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê dereng xist.
Ev mijar di civîna Rêveberiya Navendî ya HDPê de hate nirxandin. Lijneyê biryar da ku endaman bide desteyê.
Tê gotin ku wê Perlamentera Êlihê Parêzer Ayşe Acar Başaran, Parlamenterê Mêrdînê Profesorê Destûrê Mîthat Sancar û Serokê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Parlamentera Edenê Meral Daniş Beştaş di desteyê de cîh bigrin. HDP wê navên nûnerên xwe di 25ê rêbendanê de eşkere bike.