HDP, endaman dide Komîsyona Lihevkirina Destûra

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku endaman bide pêvajoya amedekirina Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Nû ya Tirkiyê.

K24 – Enqere

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku endaman bide pêvajoya amedekirina Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Nû ya Tirkiyê.

Piştî ku nameya vexwendina Serokê Parlamentoya Tirkiyê İsmail Kahraman a ji bo komisyonê ku ji serokên  giştî yên her çar partiyên siyasî re şandibû herkesi bala xwe dabû HDPê.

Digel ku AKP, CHP û MHPê  di cih de ji bo amedekariya komisyona Destûra Nû sê endamên xwe diyarkirin HDPê biryara xwe  ya di vê çarçoveyê de yekser ranegehandibû. Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDPê nîqaşa wê kê kir ku di vê serdema, “bi destê AKPê li Bakurê Kurdistanê şer tê meşandin di nava komîsyonê cih bigire an.”

Ev mijar bi Serokatiya Hevserokên HDPê Figen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş di civîna MYKê de  hat nirxandin. Lijneyê biryara ku endaman bide komîsyonê wergirt.

Di kulîsan de tê idîa kirin ku her sê kesên  ku dê di komîsyonê de cih bigrin evin; Parlamentera Êlihê Parêzer Ayşe Acar Başaran, Parlamenterê Mêrdînê Profesorê Destûrê Mîthat Sancar û  Serokê Komîsyona Hiqûqê ya HDPê û Parlamentera Edenê Meral Daniş Beştaş. Bi awayekî fermî destnîşankirina endamên komîsyonê di 25ê rêbendanê de wê bi dawî bibe.