PDK û YNKê “rêkeftineke nû” îmze dikin
Serkirdeyekî PDKê eşkere kir ku, dê rêkeftina stratejîk a kevin bingeha rêkeftina nû ya ligel YNKê be.
K24- Navenda Nûçeyan
Serkirdeyekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) eşkere kir ku, ew dê “rêkeftineke startejî ya nû” ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îmze bikin.
Berpirsên Pêwendiyên Derve yê PDKê, Hêmin Hewramî di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand ku, dê rêkeftina stratrejîk a kevin, bingeha rêkeftina nû ya ligel YNKê be.
Di Demekê de, ku rêkeftina stratejîk a dinavbera PDKê û YNKê de qehiştibû qonaxek aloz û sar bibû, girêdana rêkeftineke nû niha ketiye rojevê.
Di vê derbarê de, Hêmin Hewramî eşkere kir ku, ji sala 2013an ve, PDK û YNKê ji bo rêkeftinek nû di gotûbêjan de ne.
Herwiha Hewramî ji ajansa Anadolê re amaje kir ku: “Em di nava hewldana berdewam a peymana stratejîk de ne û çarçoveya wê peymanê em dixwazin firehtir biken.”
Navborî anî ziman ku, rêkeftina stratejîk a berê dê bibe bingeha rêkeftina nû û her dû alî jî proseyekê amade dikin û xalên hevbeş jî di nava herdû aliyen de pirin.”
Di derbarê xalên hevbeş de jî, Hêmin Hewramî balkişande ser wê yekê ku, rewşa siyasî û referandûma serxwebûnê xala hevbeş e di nava herdû aliyên siyasî de.
Hewramî got jî: “Pêwendiya van xalên hevbeş bi şert û mercên aborî û siyasî yên Herêma Kurdistanê, referandûmê, herwiha danûstandinên li gel Bexda û pêkanîna hikûmeteke hevpeyman ve heye.”
Rêkeftina stratejîk a di navbera PDK û YNKê de, di 27ê Tebaxa 2007an de hatiye îmzekirin.