Kantona Cizîrê: 6 kes bi Şewba Berazan mirin

Wezareta Tendurisiyê ya Sûriyê diyar kiriye ku, Şewba Berazan li tevaya parêzgeha belav bûye.

K24- Hesekê

Li Kantona Cizîrê, 6 kes bi gumana “Şewba Berazan” canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê K24 li Hesekê ragihand ku, li gor pizîşkên ku serpereştiya wan kesan  diyar ku gumana wan ji wê yekê here ku her 6 kesên li nexweşxaneya fermî ya bajêr bi Şewba Berazan jiyana xwe ji dest dane.

Ev yek di demekê de ye ku, Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê diyar kiriye ku, Şewba Berazan li tevaya parêzgehan bekav bûye.

Lê ji ber nebûna taqîgehên pizşkî yên taybet, pizîşkan nikarîn wê yekê piştrast bikin.

Beriya niha, Wezareta Tenduristî ya Sûriyê ragihandibû ku, ji Îlona borî ve 27 haletên Şewba Berazan hatine tomarkirin, ji wê demê jî 11 kes mirine.

Amarên Wezareta Tenduristiyê amaje dikin ku, 107 kes bi Şewba Berazan ketine.