Barzanî û balyozê Amerîka “azadkirina Mûsilê” gotûbêj dikin
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Amerîka li Iraqê kir.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê û balyozê Amerîka li Iraqê, pirsa azadkirina Mûsilê gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniyeke fermî, Serokê Herêma Krdistanê, Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li balyozê Amerîka li Iraqê, Stewart Jons û şandeya ligel kir.
Di civînê de, her du alî li ser rewşa siyasî û ewlekarî ya navçeyê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û amadekariyên operasyona azadkirina Mûsilê, axivîn.
Di beşê din yê civînê de, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hatin gotûbêj kirin.