"Seydo nedixwest têkçûna Kobanê bibîne"
Navê şehîd Seydo dê li ser ziman û di dilên welatiyan de bimîne, daku bibe sembolek ji zarok û malbata xwe re, lewma Eslan kurê şehîd Seydo, soz dide ku ew dê li rêya bevê xwe berdewam be, daku xaka welatê xwe rizgar bike.
K24 - Kobanê
Şehîd Seydo Cimo bavê 4 zarokan bû, endamê Rêveberiya Asayîşa bajarê Kobanê bû, di 27ê Cotmeha 2014an de ligel du hevalên xwe dema ku dijî DAIŞê li avahiya asayîşê berxwedan dikirin şehîd bû.
Derbarê şehîdbûna Seydo de xanima wî ji K24ê re got: "Hevalan telefona birayê wî kir, gotin em nizanin çi bêjin, birayê wî got bêjin Seydo şehîd bûye, gotin belê Seydo şehîd bû, termê wî bo Tirkiyê ji me re hat şandin û me di merasîmekê de ew veşart, şehîdbûn daxwaza Seydo bû, ez sipasiya xwedê dikim ku Seydo neket destê DAIŞê."
Hevjîna şehîd Seydo tekez dike ku, wî qebûl nedikir wek piraniya xelkên deverê ji Kobanê derkeve û herdem digot: "Ez ji kobanê dernakevim daku têkçûna Kobanê li hember DAIŞê nebînim."
Derbarê vê mijarê de jî xanima Seydo axifî: "Seydo ji min re digot eger kesek li bajarê Kobanê nemîne ez ji bajarê xwe dernakevim, ew kesê nikaribe bajarê xwe biparêze, dê nikaribe malbat û namûsa xwe jî biparêze, ji xwe re xaniyekê li Tirkiyê bibînin û min jibîr bikin."