Amerîka şêwirmend û pisporan dişîne Kurdistanê

Bi armanca derbasbûna Herêma Kurdistanê ji krîza aborî, Amerîka hejmarek rawêjkar û pisporan dişîne Kurdistanê.

K24 – Hewlêr

Bi armanca derbasbûna Herêma Kurdistanê ji krîza aborî, Amerîka hejmarek rawêjkar û pisporan dişîne Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Amerîkayê yê Iraqê Stewart Jones civiya û ji bo çareserkirina krîza aborî daxwaza hevkariya teknîkî ji Amerîkayê kir.

Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîkî, bal kişandin ser wê krîza aborî ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûye û şanda navbirî amadebûna xwe pêşan da bo çareserkirina vê qeyranê.

Balyozê Amerîkayê yê Iraqê Stewart Jones, piştgiriya xwe bo pêngavên hikûmeta Kurdistanê yên derbarê çareserkirina krîza aborî de anî ziman û got: "Em dê van agahiyan bighînin Washingtonê û bo derbasbûna ji vê rewşê hejmarek şêwirmend û pisporan dişînin Herêma Kurdistanê."