Zêdeyî 35 hezar welatiyan Kurdistan bicîh hiştine

Berpirsê Federasyona Penaberan Amanc Ebdulla, beşdarî bernameya Roj Baş a Kurdistan24ê bû û eşkere kirk u zêdeyî 35 hezar welatiyan Başûrê Kurdistanê bicîh hiştine û ber bi welatên Ewropayê ve çûne.

K24 – Hewlêr

Berpirsê Federasyona Penaberan Amanc Ebdulla, beşdarî bernameya Roj Baş a Kurdistan24ê bû û eşkere kirk u zêdeyî 35 hezar welatiyan Başûrê Kurdistanê bicîh hiştine û ber bi welatên Ewropayê ve çûne.

Berpirsê Federasyona Penaberan Amanc Ebdulla, da zanîn ku li gor amarên nefermî, ji wê hejmara ku Kurdistan bicîh hiştine ji sedî 70-75ê wan ciwan in û ji sedî 20-25ê wan jî malbat in.

Amanc Ebdulla got: "Hejmarek ji wan welatiyên ku Kurdistan bicîh hiştine sala borî û îsal di rêyan de canê xwe ji dest dane."