Di 8 mehan de 13 xwendekaran xwe kuştine

Piştî întîharkirina xwendekarekî Kirmanşan, hejmara wan xwendekarên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di 8 mehan de xwe kuştine, gehişte 13 xwendekaran.

K24 – Mehabad

Piştî întîharkirina xwendekarekî Kirmanşan, hejmara wan xwendekarên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di 8 mehan de xwe kuştine, gehişte 13 xwendekaran.

Li seranserê Îranê xwendin bi zimanê Farisî ye û di destpêka xwendinê de van risteyan fêrî zarokan dikin: Bav nan da, bav av da, lê xwiya ye nan û aw bi tenê ne havênê jiyanê ne.

Roja 23ê vê mehê, sêzdehemîn xwendekar di hundirê 8 mehên borî de li ser asta seranserê Îranê, li dibistaneke bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê xwe daleqand û dawî li jiyana xwe anî.

Xwendekarê pole heştem, berî zengilê bêhvedanê xwe li avdesta dibistanê daleqand û dema bêhnvedanê hevalên wî ew mirî dîtin. Ligel bêdengiya berpirs û aliyên peywendîdar, ajansa Mehr di vê derbarê de pirsyar ji civaknasekî kiriye ka mesele çiye.

Civaknas Mihemed Elestî wiha dibêje: "Em di qonaxerê re derbas dibin ku jiyan nifşê nû gelekî ji tevgera xwe ya xwezayî dûr ketiye, diyar e di ware teknolojiyê de li pêş in, lê temenê xwezayî yê zarokan ji wan hatiye standin û zaroktiya xwe najîn."