"Divê Kurdên Rojava jî bibin xwedî herêmeke otonom"
Pisporê warê berevanî û asayîşê Michael Ohanlon, ji Kurdistan24ê re got ku dibe Amerîka piştgiriya dubarebûna ezmûna otonomiya Başûrê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê jî bike.
K24 – Hewlêr
Pisporê warê berevanî û asayîşê li Enstîtûya Brookings a Amerîkayê Michael Ohanlon, ji Kurdistan24ê re got ku dibe Amerîka piştgiriya dubarebûna ezmûna otonomiya Başûrê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê jî bike û li bakurê Sûriyê herêmeke otonom bo Kurdan were damezrandin.
Ohanlon got: "Dibe ku herêmeke otonom a Kurdên Sûriyê hebe, Amerîka alîkariya wan bike, hevkariya mirovî bigehîne wê navçeyê û wan biparêze. Piştre jî hewl bê dayîn bingehê jêrxana navçeyê bê danîn di çarçoveya Sûriyeyeke federal de."
Ohanlon, da zanîn ku li Sûriyê jî divê Amerîka piştgiriya heman ezmûna Kurdên Iraqê bike û li wir jî herêmeke wan a otonom ya taybet hebe û wiha axifî: "Di heman demê de Tirkiye were razîkirin ku Amerîka piştgiriya serxwebûna Kurdan nake, lê piştgiriyê li otonomiya Kurdan dike."