YE banga agirbestê li PKK û Tirkiyê dike
Berpirsa Siyaseta Derve ya YEyê li Enqerê ligel Wezîrê Derve civiya.
K24- Navenda Nûçeyan
Yekîtiya Ewropayê (YE) daxwaz ji dewleta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku, agirbestê ragihînin û dest bi danstandinan bikin.
Berpira Siyaseta Derve ya YEyê, Federika Mogherini îro serdana Tirkiyê kir û li Enqereyê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu re civiya.
Piştî hevdîtinê Federika Mogherini di konferansekî rojnamevanî de ragihand ku, di civînê de wê dilgiraniyên xwe li hemberî şer û aloziyên ku li Bakurê Kurdistanê diqewime, ji rayedarên Tirkiyeyê re aniye ziman.
Mogherini bang li PKK û dewleta Tirk jî kir ku şer bidin rawestandin û dest bi pêvajoya aştî û diyalogê bikin.