Bakurê Kurdistanê: 50 şaredar hatine girtin û dûrxistin
“Ji 24ê Tîrmehê û pê ve 259 sivîlan canê xwe ji dest da”
K24- Navenda Nûçeyan
Parêzerên endamê Komîsyona Yasayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ragihandin ku, heta niha 50 şaredar hatine girtin û jikar dûrxistin.
Parêzer Feride Laçin li ser navê Komîsyona Yasayî ya DBPê axivî û got: “Ji Tîrmehê û virde 21 hevserokên şaredariyan hatin girtin, 29 hevserokên şaredariyan jî ji kar hatin dûrxistin, 4 endamên encûmenên şaredariyan hatin girtin û makîneyên xebatê yên 7 şaredariyan jî ji dest şaredariyan hatin girtin.”
Parêzerên endamê Komîsyona Yasayî ya DBPê, li navenda giştî ya partiyê civîneke rojnamevaniyê li dar xistin.
Parêzer Feride Laçin wiha axifî: “Wekî ku tê zanîn, ji 24ê Tîrmeha 2015an virde ji aliyê walîtî û qeymeqamiyan ve qedexeyên derketina derve tên sepandin. Ti bingeha van qedexeyan a qanûnî tine ye. Qedexe niha bi awayekî demnediyar li herêmê dewam dikin Ev rewşeke awarte ya îlannekirî ye. Hemî bajar û bajarok ji bo milet bûne girtîgeh. Hewcedariyên bingehîn ên milet ên weke av, elektrîk, xwarin, sihet û perwerdê hatine estengkirin.”
“Ji 24ê Tîrmehê û pê ve 259 sivîlan canê xwe ji dest da”
“Li gorî zanyariyên dawî 65 zarok, 44 jin, 44 extiyar di yekûnê de 259 kes hatine kuştin. Ji ber gotinên tûj ên hukimetê mirinên li herêmê zêdetir dibin. Piştî ku di nava bajaran de tank hatin bikaranîn 40 welatî li mala xwe jiyana xwe ji dest dane. Tevî biryarên DMMEyê ambulans birîndaran ranakin. Tenê ji ber mudaxalenekirina birîndaran 23 kes mirin. Piştî ku hatin qetilkirin îcar jî êrîş û îşkenceyên li ser cinazeyan dest pê kir. Gelek cinaze rastî muameleya nebaş hatin. Loma em bang li welatiyên xwe dikin ku ji ber van muameleyên nebaş bila serî li saziyên yasayî bidin.”