Şanda parlamenterên Kurdistanê ligel HDPê civiya
Berîya hevdîtinê nêzîkê seatekê li ber Meclîsa Tirkiyê rawestandina şanda parlamenterên Kurdistanê rê li ber nîqaşên mezin vekir.
K24 - Enqere
Şanda parlamenterên Kurdistanê li Meclîsa Tirkiyê ligel HDPê civiya. Berîya hevdîtinê nêzîkê seatekê li ber Meclîsa Tirkiyê rawestandina şanda parlamenterên Kurdistanê rê li ber nîqaşên mezin vekir.
Şanda parlamenterên Kurdistanê ji Yusuf Muhammed, Bêrîvan Muhammed, Taha Resul, Rezan Shekh, Muahmmed Abdullah, Evar îbrahîm û Tara Hussen pêk dihat. Şand, piştî ku seatekê li ber Parlamentoya Tirkiyê hate sekinandin destûr hate dayîn ku bi koma HDPê re hevdîtinê pêk bîne.
Şand ji aliyê Cîgirê Koma HDPê Çaglar Demirel ve hate pêşwazîkirin. Çaglar, prosedura ku li dijî şandeyê hatiye bikar anîn û seatekê li ber parlamentoyê hatine sekinadin şermezar kir û got wan ji vê mebestê tiştek fam nekiriye û ew vê helwestê şermezar dikin.
Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Kadrî Yildirim diyar kir ku ji ber serokê parlamentoyê Yusuf Muhammed seatekê hatiye sekinandin reaksiyon nîşan daye. Endamên din ên şandê jî li dijî vê helwêsta Tirkiyê nerazîbûna xwe anîne ziman.