21 şaredarên HDPê hatin girtin, 29 jî hatine dûrxistin

Parêzerên endamê Komîsyona Huqûqê ya Partiya Herêmên Demokratîk ragihandin ku 21 şaredarên HDPê hatine girtin û 29 jî ji kar hatine dûrxistin.

K24 – Diyarbekir

Parêzerên endamê Komîsyona Huqûqê ya Partiya Herêmên Demokratîk, derbarê siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek dan.

Parêzer Feride Laçin li ser navê Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Herêmên Demokratîk axivî û got: “Ji Temûzê û heta niha 21 hevserokên şaredariyan hatine girtin, 29 hevserokên şaredariyan jî ji kar hatine dûrxistin, herwiha 4 endamên meclîsên şaredariyan hatin girtin û otomobîlên kar ên 7 şaredariyan jî ji wan hatin standin.”

Parêzerên endamê Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Herêmên Demokratîk, li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê saz kirin. Parêzer Feride Laçin li ser navê komîsyona wiha axifî: “Wek tê zanîn, ji 24ê Temûza 2015an ve ji aliyê walîtî û qeymeqamiyan ve qedexeyên derketina derve tên sepandin. Ti bingeha van qedexeyan a qanûnî nîne. Qedexe niha bi awayekî demnediyar li herêmê berdewam e Ev rewşeke awarte ya ranegihandî ye. Hemî bajar û bajarok ji bo gel bûne girtîgeh. Pêdiviyên bingehîn ên gel ên weke av, elektrîk, xwarin, tendirûstî û perwerdê hatine astengkirin.”

Laçin wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Hêzên ewlekariyê wek artêşa dagirker tevdigerin. Fermanên nû tên derxistin. Bi van fermanan dixwazin ji leşker, polîs û tîmên taybet re bibêjin, hûn netirsin em li pişta we ne.”

Derbarê qurbaniyên şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê jî, Ferîde Laçîn wiha axifî: “Li gor zanyariyên dawî 65 zarok, 44 jin, 44 kal bi giştî 259 kes hatine kuştin. Ji ber gotinên tûj ên hikûmetê mirinên li herêmê zêdetir dibin. Piştî ku di nav bajaran de tank hatin bikaranîn 40 welatî di malên xwe de cane xwe ji dest dane. Tevî biryarên DMMEyê ambulans birîndaran ranakin. Tenê ji ber kes bi birîndaran ve neçî 23 kes mirin. Sivikayetî bi cenazeyan hat kirin. Loma em bang li welatiyên xwe dikin daku ji ber van tevgerên nebaş serî li saziyên huqûqê bidin.”