Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê dê biryara xwe bide
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Yekîtiya Ewropayê civiya û got: “Gelê Kurdistanê dê di referandimekê de biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.”
K24 - Hewlêr
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Yekîtiya Ewropayê civiya û got: “Gelê Kurdistanê dê di referandimekê de biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Hewlêrê ligel şandeke paye bilind a Yekîtiya Ewropayê civiya. Şanda Yekîtiya Ewropayê ji Berpirsê Karûbarên Nûnerê Yekîtiya Ewropayê bo Iraqê Costantinenos Vadaks, Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê, konsul û nûnerên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê pêk dihat.
Derbarê naveroka civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya Yekîtiya Ewropayê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî belav kir. Li gor daxuyaniyê, di vê civînê de şanda Yekîtiya Ewropa ragihandiye ku ew bi giringî berê xwe didin rewşa Herêma Kurdistanê û dê bibin alîkar bo çareserkirina qeyrana aborî ya li Herêma Kurdistanê.
Şanda Yekîtiya Ewropayê herwiha ragihandiye ku di bernameya wan de heye hevdîtinê ligel hemû aliyên Herêma Kurdistanê bikin û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û parastina yekrêziya Kurdan wek destpêka çareserkirina vê rewşê wesif kirine. Şanda navbirî herwiha piştgîriya Yekîtiya Ewropa ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bo çareserkirina qeyrana aborî û pirsgirêkên navxweyî nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de kêfxweşiya xwe li hember piştgiriya Yekîtiya Ewropayê bo Kurdistanê di rûbirûbûna kirîza aborî de anî ziman û got: "Hikûmeta Kurdistanê dest bi planeke çareserî û rûbirûbûna qeyrana darayî kiriye û bo vê mebestê jî hikûmeta Kurdistanê pêwîstî bi piştgîriya navdewletî û bi taybetî jî ya Yekîtiya Ewropayê di warê dabînkirina alîkariyên teknîkî û kesên zana û pispor de heye."
Barzanî ji şanda Yekîtiya Ewropa re behsa plana reformê ya hikûmeta Kurdistanê bo çareserkirina kirîza darayî û bihêzkirina sîstema rêvebirinê li Kurdistanê kir. Barzanî hêvî kir, ku Herêma Kurdistanê ji bernameyên Yekîtiya Ewropayê yên bo Iraqê sûdmend be.
Derbarê paşeroja gelê Kurdistanê de jî Nêçîrvan Barzanî ji şanda Yekîtiya Ewropayê re got: "Gelê Kurdistanê di çarçoveya diyarkirina mafê çarenivîsa xwe de, di referandumekê de wê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û gelê Kurdistanê her biryarekê jî bide, dê di çarçoveya gotûbêj û diyalogê û bi şêweyeke aştiyane ligel Bexdayê bê behskirin û gotûbêj li ser bê kirin."