ENKS: Rizgarkirina Kobanê nimûneya lihevkirina Kurdan e
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, rizgarkirina Kobanê nimûneyek bû ji lihevkirina Kurdan re.
K24 – Qamişlo
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, rizgarkirina Kobanê nimûneyek bû ji lihevkirina Kurdan re.
Serokê ENKSê Ibrahîm Biro bi helkefta rizgarkirina Kobanê ji K24ê re ragihand ku, ji ber êrîşa DAIŞê li Kobanê, milet bacek mezin da, rizgarkirina Kobanê jî tiştekî gelekî pîroz bû, lê ti alîkariyên berbiçav negihêştin Kobaniyan.
Biro got jî: “Kobanê nimûneyek bû, heger em ne li hev bin û ne ji alîkariya hêzên Kurdî, Kurdistanî û navdewletî bana, Kobanê rizgar nedibû. Pêwîst e ev yek jî bibe nimûneyek ji gelê Kurd re”
Di 15ê Îlona sala 2014an de DAIŞê bi tev çekên giran ji sê aliyan ve êrîşî herêma Kobanê kir. Piştî 6 mehan ji şer û çûnan, 4 kerwanên hêzên Pêşmerge bi awayekî berdewam bi hevahengiya YPG û firokeyên hevpeymanan û beşek ji Artêşa Azad a Sûriyê. Kobanê di 26ê Çileya 2015an hat rizgarkirin.