Li Bakurê Kurdistanê berfê jiyan rawestand

Li Bedlîsê rêyên gelek gund û gundikan hatin girtin û xanî û otomobîl di bin berfê de wenda bûn.

K24 - Bedlîs

Li Bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê bandorê li jiyana rojane dike. Li Bedlîsê rêyên gelek gund û gundikan hatin girtin û xanî û otomobîl di bin berfê de wenda bûn.

Li bakurê welêt ev zêdeyî mehekê ye sir û seqemeke tuj heye û li gelek bajaran berf dibare. Li Bedlîsê jî ev 3 roj in berf bê navber dibare û stûriya berfê gehişt 2 metreyan, stûnê elektrîkê, otomobîl û xanî di bin berfê de man. 

Welatiyekî Bedlîsê wiha qala jiyana din av berfê de dike: “Li bajarên me ji ber berfa ku ev meheke dibare, stûnên elektirîkê din bin berfê de mane. Wekî hûn dibînin em hilkişiyan ser berfa ku gehiştiye stûnên elektrîkê.” 

Ji ber barîna berfê rêyên 256 gundan jî bo hatûçûnê hatin girtin û li navenda bajêr jî welatî nikarin dikanên xwe vekin. Her wiha welatî bi derfetên xwe xaniyên xwe ji berfê paqij dikin û kolanan vedikin. 

Welatiyekî din jî wiha rewşê rave dike: “Nêzîka 2 metre, 2 metre û nîv berf li vê derê hatiye. Ev berf li ber welatiyan astengiyan derdixe. Îro nîvê dikandaran dikanên xwe venekirinin. Li vê derê ji ber berfê jiyan rawestiya ye.”

Herçiqas bo vekirina rêyên gundan Tîmên Paqijkirina Berfê ên Rêveberiya Bajêr li ser kar bin û bênavber bixebitin jî lawaz dimînin. Herwiha berpirsên meterolojiyê dibêjin ku di nava 2 rojan de wê barîna berfê bi dawî bibe û hewa ji 2 pileyan heta 4 pileyan germ bibe.