Ji bo MÎT û Cendermeyan erka “eşkere kirinê”

Li Tirkiyê “Proje-Yasaya Parastina Agahiyên Taybet” gehişte deste Lijneya Wezîran.

K24 - Enqere

Li Tirkiyê “Proje-Yasaya Parastina Agahiyên Taybet” gehişte deste Lijneya Wezîran. Bi vê yasayê, ji aliye MÎT û Cendermeyan ve komkirina agahiyên şexsî bi awayekî yasayî tê misoger kirin.

Proje-yasa ku ji 2008an heta niha 4 caran hat guhertin, li pêşiya Lijneya Wezîran e. Eger ew yasa ji aliyê Lijneya Wezîran ve were pesend kirin; hejmarên telefonan, şûna tiliyan, kodên genetik, serpêhatî, wêne, dîmen, tomarkirina deng, agahiyên malbatê û di çarçoveya “agahiyên taybet” de; nîjada kesan, îdeolojiya wan, baweriya felsefî, mezheba olî, endamitiya weqf, komele û sendikayan, agahiyên derbarê tenduristî û jiyana zayendî wê ji aliyê Mît, polîs û cendermeyan ve werin komkirin û tomarkirin.

Di çarçoveya yaseyê de welatiyan mafê daxwazkirina jêbirina agahiyan nabe. Bi yasayê wê ewlehiyek bihêz bê armanckirin. Gelo welatiyên Tirkiyê derbarê yasayê de çi difikrin?

Welatiyek mijarê wiha dinirxîne: “Wellehî tiştek ne baş e lê dîsa mezinên me dizanin, tişta ku bi yasayan bê em dikarin çi bêjin.” Yekî din jî wiha dibêje: “Ez bawer nakim ku di warê demokrasiye de bibe pêngaveke baş. Eger azadi tune be demokrasi jî tune ye, xelet e.”

Li gor welatiyekî din derketina vê yasayê normal e: “Li gor min gelek bimentiq e. Agahiyên me dewlet bizane nabe kêşe.” Lê jinek berevajiya wî difikire: “Li dijî mafê mirovan e, jê re piştrast nînim, eger kampanyayel li dijî yaseyê were destpêkirin ez ê piştgiriyê bidimê.”

Heger proje-yasa were erêkirin wê Lijneya Komkirina Agahiyan bê avakirin. Lijne, wê giredayî Wezareta Dadê be û endamên lijneyê jî wê ji aliyê wezaretê ve bên destnîşan kirin.