Efsereke Kurd di zindanên rejîma Sûriyê de hat kuştin
Ehmed Şêxo ji guhndê Ereb Xan e, yê ser bi nahiya Ebo Rasên nêzîkî bajarokê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, bavê du zarokane.
Efsereke Kurd di zindanên rejîma Sûriyê de hat kuştin
K24-Serê Kaniyê
Rejîma Sûriyê efserê Kurd Ehmed Şêxo ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kuyrdistanê, berî 3ê salan ji rejîma Sûriyê ve girtî bû, di bin êşkenceyê de, hat kuştin.
Derbarê kuştina wî efserê Kurd, malbata Ehmed Şêxo ya ku li Herêma Kurdistanê dimîne, tekez kirin ku kurê wan di bin êşkenceya rejîmê de hatiye kuştin, dan zanîn ku dema kurê wan berî sê salan dixwest li Parêzgeha Derayê ji Artêşa Sûriyê bireve, hat girtin, ji wê demê de çaerenivîsa wî nediyarbû.
Ehmed Şêxo ji guhndê Ereb Xan e, yê ser bi nahiya Ebo Rasên nêzîkî bajarokê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, bavê du zarokane.
Ji dest pê ka kirîza Sûriyê bi sedan efserên Kurd xwe ji Artêşa Sûriyê vekşandin, lê gelek ji wan hawlên wan bi ser nediketin û ew ji aliyê rejîmê ve dihatin girtin û kuştin.