" Dewleta xwedî aqilbe divê piştgiriya PYDê bike"
Demîrtaş da zanîn, eger Tirkiye ji van xetayên xwe bizivre, hem kurd û hem jî Tirkiye dê qazanc bikin û ev yek jî bo aştî û aramiya Rojhilatanavîn bingeheke girîng e.
K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê Selahedîn Demirtaş dibêje, kurd piştî 100 salê, careke dîtir derketine meydanê û dewleta ku aqil hebe, divê li gel kurdan be, neku li dijî kurdan.
Demîrtaş li Brukselê beşdarî 12mîn konferansa Kurdî ya li Parlamentoya Ewropayê bû. Damîrtaş got, çep ji rest hemû neteweperestên tirk dijî kurdan helwest wergirtine, lê kurd bo ti kesî metirsî nînin.
Demîrtaş got: "Desthilatî û muxalefeta Tirkiyê rastiya cîhanê û demê naxwîne û dewleteke xwedî aqil, bo ku PYD beşdarî civîna Cenevreyê bibe divê li gel PYD'ê cih bigre û piştgirî bide."
Demîrtaş da zanîn, eger Tirkiye ji van xetayên xwe bizivre, hem kurd û hem jî Tirkiye dê qazanc bikin û ev yek jî bo aştî û aramiya Rojhilatanavîn bingeheke girîng e.