"Rewşa aborî ya Kurdistanê sala borî pir xirab bû"
Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku birîna bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve, bandoreke xirab li ser aboriya Kurdistanê kir
K24-Hewlêr
Serokwezîrên Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku, sala borî rewşa aborî ya Kurdistanê pir xirab bû, pêşbîniya wê yê jî ne dikirin.
Derbarê vê mijarê de,di konfransa çaksaziya aborî de Serokwezîrên Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de wiha got: "Me pêşbîneya kêmkirina buhayê petrolê nedikir, wê kêmkirinê bandoreke xirab li ser rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê kir, herwiha li ser rewşa civakî jî kir."
Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku birîna bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve, bandoreke xirab li ser aboriya Kurdistanê kir, ew yeke jî Herêma Kurdistanê neçar kir ku, bi derengî mûçeyên xwe bide.