Serkirdeyeke Tirkmenan li sûriyê hat kuştin
Ji aliyê xwe Rûsyayê, Lîwaya Akincîler bi dîlgirtin û kuştina pîlotê xwe yê Rûsî gunehbar kir bû
K24-Navenda Nûçeyan
Endamê Partiya Neteweperesta Tirkiyê li Sûriyê hat kuştin. Termê wî jî bi merasîmeke girseyî hatli tirkiyê bi rêve çû.
Serokê navçeya Fatîh ya Stenbolê yê MHPê Îbrahîm Kuçuk, li Sûriyê devera Bayir Bûcakê, di encama bombebaranekê asmanî de hate kuştin.
Kuçuk bi armanca şer di sala borî de çûbû Sûriyê.
Berî çend rojan wêneyên Îbrahîm Kuçuk di facebookê de hatibûn belavkirin ku, di nav Lîwaya Akincîler de cih girtiye. Piraniya Lîwaya Akincîlar ji neteweperstên tirkin yên ku ji Tirkiyê çûne Sûriyê pêk tê.
Ji aliyê xwe ve Rûsyayê, Lîwaya Akincîler bi dîlgirtin û kuştina pîlotê xwe yê Rûsî gunehbar kir bû.