Li Diyarbekirê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Li Diyarbekirê pevçûnên dijwar rû didin. Sererkaniya Tirkiyê ragehand 3 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Qedexeya derketina derve jî hat firehkirin.
K24 - Diyarbekir
Li Diyarbekirê pevçûnên dijwar rû didin. Sererkaniya Tirkiyê ragehand 3 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Qedexeya derketina derve jî hat firehkirin.
Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê qedexeya derketina derve gihîşt roja 57 an û operasyon û pevçûn jî bênavber berdewam dikin. Sererkaniya Tirkiyê ragehand, bi tifinge kanasê du leşker û bi roketê jî 6 leşkerên wan birîndar bûne.
Peyamnêrê K24ê jî ragehand ku, ji birîndaran, 3 efseran canên xwe ji dest dan.
Ji aliyê din ve, Qeymeqamiya Sûrê ragehand, ji ber şer û pevçûnan, li Sûrê 5 taxên dîtir yên bi navê Alîpaşa, Ebdal Dede, Lalebey, Suleyman Nazîf û Zîya Gokalpê û Cadeya Melîkehmedê jî qedexeya derketina derve hate ragehandin.
Piştî ragehandin qedexeyê, gelek niştecihên Sûrê malên xwe bicih hîştin û ji navçeya Sûrê derketin.