Kurd li Sûriyê bûne dîfakto

Di panêleke navenda Wîlson ya li Washingtonê de, hat gotin ku Kurd li Sûriyê bûne dîkakto û ti kes nikare vê yekê piştguh bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di panêla navenda Wîlson ya li Washingtonê de, hat gotin ku Kurd li Sûriyê bûne dîkakto û ti kes nikare vê yekê piştguh bike.

Beşdarên panêla navenda Wîlson ya li Washingtonê birêve cûbû, ku hin şarezayên siyasî lê amade bûbûn, hat diyarkirin ku, heger Serokê Sûriyê Beşar Esed di desthilatê de bimîne yan nemîne, wê Kurd bandora xwe ya bihêz li Sûriyê hebe.

Herwiha başdaran jî diyar kirin ku, ne beşdariya Kurd di her kongreyekê derbarê dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, şaşbûneke mezin e.

Di panêlê de amaje bi rola Kurd di şikestina DAIŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî de hate kirin,  ku Kurd wek hêzên sereke di şerê jinavbirina DAIŞê de ne û Amerîka Kurd wek hevpeymanê sereke ji xwe re dibîne.