Di firokeyan de anonsa Kurdî nehat pejirandin
12emîn Dadgeha îdarî ya Enqerê, daxwaza ku di firokeyan de ji bilî zimanê Tirkî û Îngilîzî bi Kurdî jî anons were kirin ne pejirand.
K24 - Enqere
12emîn Dadgeha îdarî ya Enqerê, daxwaza ku di firokeyan de ji bilî zimanê Tirkî û Îngilîzî bi Kurdî jî anons were kirin ne pejirand.
Dadgehê wek hincet jî destûra bingehîn nîşan da û got ku li gorî destûrê zimanê fermî yê dewletê Tirkî ye û Kurdî di nav zimanên fermî yên rêhaweyê de cih nagire.
Parêzerê Baroya Diyarbekirê Mahsunî Kahraman di sala 2014an de serî li Wezareta Gihandin, Deryavanî û Ragihandinê û Rêveberiyên Giştî yên Asîmangeriya Sivîl dabû ku di firokeyên di navbera Diyarbekir û bajarên din de geştan dikin anonsên Kurdî were kirin.
Lê belê van saziyan daxwaza Mahsûnî kahraman qebûl nekirin û bo vê yekê Kahraman li 12emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê doz vekir. Dadgehê sedema redkirina vê daxwaza kahraman ji saziyan xwest.
Saziyan da xuyakirin ku di firokeyan de ji bilî zimanên Tirkî û Îngilîzî çênabe bi tu zimanên din anons were kirin û heger were kirin ev yek dê rê li ber tevlîheviyê veke.
Piştî parastina saziyan dadgehê jî bi hinceta zimanê Kurdî bo rêhewaya sivîl ne guncaw e, daxwaza anonsa Kurdî qebûl nekir.