CHP: Divê pirsgirêk bi rêyên aştiyê bên çareser kirin
Berdevka CHPê Selîn Sayah Boke, helwêsta hikûmeta AKPê ya derbarê Cenêvê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya ewlekariyê rexne kir.
K24 - Enqere
Piştî 35emîn Kongreya CHPê cara yekem civîna Rêvebrina Navendî hat kirin. Di civînê de Berdevka CHPê Selîn Sayah Boke, helwêsta hikûmeta AKPê ya derbarê Cenêvê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya ewlekariyê rexne kir.
Doh saet 14.30an ji aliyê berdevka CHPê Selîn Sayah Boke ve li navenda giştî ya partiyê li ser civîna Erdogan a ku bi qeymeqaman re pêk anî bû, polîtikayên ewlekariyê yên li Bakurê Kurdistanê û helwesta hikûmetê ya li dijî civîna Cenêv-3 civîneke çapemeniyê saz kir.
Selîn Sayah Boke, piştî Haluk Koç cara yekem wekî berdevka CHPê derkete pêşberî çapemeniyê û li ser mijarên nîqaşê yên di civîna Lijneya Rêvebirinê ya Navendî de raya gişî agahdar kir. Boke, diyar ki ku, ew ji Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Wezîrê Navxwe Efkan Ala dixwazin ku bersiva banga Serokkomêrê Tirkiyê ya Tayyîp Erdogan ku di civîna Qeymeqaman de kiriye û ji wan xwestiye ew dikarin der sînorên yasayî tevbigerin bide. Boke got ku, serokkomarek çawa dikare bi vî awayî bangê li qeymeqaman bike?
Herwiha Boke, derheqa şerê li Bakurê Kurdistanê de jî ragihand ku, ev kêşe ne bi riya bergiriyên ewlekariyê lê bi riya aştiyeke civakî mimkun e ku çareserî pêk were. Boke got, ew bangê li hikûmetê dikin daku ne bi gavên ewlekariyê û bi polîtikayên ku derkevin derveyî gavên yaseyî lê pêwîst e bi gavên aştiyane tevbigerin.
Berdevka CHPê Boke, li ser civîna Cenêv-3 jî diyar kir ku ew ne li rexê ka gelo kî beşdarî civînê bûn an ne bûne, ew li rexê çareseriyê ne, her kî li ser maseyê rûne bila rûne, ya baştir ew e ku polîtikayên Tirkiyê li ser çareseriya meseleyan bin.