"Rizgarkirina Kobanê em gihandin hev"
Dr. Mihemed Arif Elî ji welatiyên bajarokê Girê Spî ye, ji destpêka şoreşa Sûriyê, beşdarî di kar û çalakiyên wê de kirye, li bajarê Himsê di nexweşxaneyên gerok de birînad derman dikirin.
K24-Kobanê
Şahiya nîşankirina xanima xwe, bi helkefta yekemîn salvegera rizgarkirina kobanê lidar xist, Dr.mihemed Arif da zanîn ku daxwaza wî ji vê yekê ew bû, ku du şahiyan bi hev re û di yek rojê de pîroz bike.
Derbarê şahiya xwe Dr.Mihmed Arif Elî ji K24ê re wiha got:"Roja rizgarkirina Kobanê em gihandin hev, di vê rojê de ez û evîna xwe bûn yek dil, eger ne ji rizgarkirin û berxwedana Kobanê ba, min ne dikarî niha şahiya xwe pîroz bikin û xwe biparêzin. Ez sipasiya Kobanê dikim."
Dr.Mihemed di şerê rizgarkirina Kobanê de rastî astangiyên dijwar bû , sînorên girtî bi qaçaxî derbas dikir û careke din vedgera Kobanê, birîndar derman dikirin, ew li mile xwe dikirin, termê pekrewanan jî vedguhezt cihên aram, di nava bajarê Kobanê de bû, her tişt bi cavê xwe didît, lewma hêvî dike ku ev şahî şewata wan bûyeran di dilên dost û hevalên wî de sivik bike.
Derbarê vê mijarê de Dr. Mihmed Arif ji K24ê re wiha axifî: "Min ti cara nedikarî li çafên birîndaran binêrim, ji ber dijwariya birînan, carekî birîna hevalekê gelekî dijwar bû dema min li cavê wê nerî digriya, min jî xwe ne girt û ez giriyam, paştî wê ew heval şehîd bû."
di dema şer de Dr.Arif xemsar nebû, hêviya wî bi rizgarkirina Kobanê mezinbû, dibêje ku hatina pêşmerge bo Kobanê moralê wî bilind kirin, ji ber ku cara yekemîn bû di dîrokê de pêşmerge sînorên du welatan derbas bikin û alîkariya biryên xwe bikin.
Dr. Mihemed Arif Elî ji welatiyên bajarokê Girê Spî ye, ji destpêka şoreşa Sûriyê, beşdarî di kar û çalakiyên wê de kirye, li bajarê Himsê di nexweşxaneyên gerok de birînad derman dikirin.