Mistefa Hicrî: Kar ê me alîkarîkirin e, nekû maykirin
Ji nav a welat ên hevsû yên Kurdistanê û li ser astê nêvdewletî jî, tenê şîretvanê karê nêvdewletî yê Îranê, Ayetûlla Xameneyî bi aşkera dijanî ya xwe li hember serxwebûn a Kurdistanê nîşan da.
K24-Hewlêr
Ji nav a welat ên hevsû yên Kurdistanê û li ser astê nêvdewletî jî, tenê şîretvanê karê nêvdewletî yê Îranê, Ayetûlla Xameneyî bi aşkera dijanî ya xwe li hember serxwebûn a Kurdistanê nîşan da.
Gelek welatan amadebûn a xwe nîşandane ji bo fermî nasandin a Kurdistan a serbxwe, lê hefteyekê berî niha wezîr a Dad a Îsrayîlê, bi aşker a daxwaz a damezrandin a dewlet a Kurdistanê kir.
Roj a Çarşembî ya burî, Elî Ekber Wilayetî şîretvanê nêvdewletî yê Ayetûlla Xameneyî di bersiv a pirsyar a rojname ya Aydînlîk aTurkyayî got: Ev proje ya Emerîkayê û Îsrayîlê ye, lew em nahêlin biserkeve.
Serxwebûn a Kurdistanê xewn a hemû kudane. Lê Kurd ên Başûr û Rojhilat, di wê bawerîyê de ku her parçeyekê taybetî ya xwe heye.
Mistefa Hicrî dibêje: em wek Hizb a Demukrat a Îranê; sîyaset a me ewe ku erkê me alîkarîkirin a tev parçe yên Kurdistanê ye; neku maykirin û destwerdan li karê wan.
Kuridstan berî 500 salan hat pişikkirin di navber a Împiratorîyet a Osmanî û dewlet a Sefewî de. Berî sedeyekê jî, ew pişk a li jêr deshilat a Osmanîyan carek a din hat parçekirin di navber aTurkîya û Surya Îraqê de, li gor peymanname ya Saykis- Bîko.
Niha li dawî ya sed salî ya wê peymannameyê, Herêm a Kurdistanê ber bi rêvebirin a rifrandomê diçe ji bo serxwebûn a Kurdistanê.