Greva parlamenterên HDPê berdewam e

Parlamenteran bi rêya ofîsa çapemeniyê ya HDPê daxuyaniyeke nivîskî belavkir û got in hê birîndar di halên xwe de ne û dê greva wan berdewam be.

K24 - Enqere

Greva birçîbûnê ya Parlamenterên HDPê Îdrîs Baluken, Osman Baydemîr û Meral Daniş Beşdar a li Wezareta Naxweyî ya Tirkiyê berdewam e. Parlamenteran bi rêya ofîsa çapemeniyê ya HDPê daxuyaniyeke nivîskî belavkir û got in hê birîndar di halên xwe de ne û dê greva wan berdewam be. 

Di daxuyaniya ku bi îmzeya her sê parlamenteran hate weşandin de wiha tê gotin; “Greva me digel hewldanên me ên bi Wezareta Navxweyî re ku me ji bo veguhastina birîndar û cenazeyên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê dane destpêkirin berdewan e. Hê tu encam ji hewldanên me derneketin e. Îro li gorî agahiyên gehiştin ber destê me saet 12.11an de birîndarekî din jî canê xwe ji dest daye. Îro ji saet 07:00ê sibehê heta saet 13:30, 10 caran ambûlansan hewl dane ku bigihin birîndaran lê belê digel sozên wezaretê tu encam bidest neketiye. Êrîşî ambûlansan tê kirin û her cûre astengî li ber çûna wan tên derxistin. Di vê mijarê de metirsiya me her ku diçe zêdetir dibe û em dibînin ku konsepteke şer li Cizîrê tê meşandin ku guh li fermanan jî nagire.  

Jiyana hemû birîndar û sivîlên li wê derê di metirsiyê de ye û hikûmet berpirsê vê rewşê ye. Hikûmet di serî de, em bangî her kesê berpirs dikin çavê xwe ji mirina zêdetirîn kesan re negirin û erka xwe bi cih bikin.”