CHP: Tirkiye li gor “peymanên navnetewî” tevnagere

Parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu û Sezgîn Tanrikulu nerazîbûna xwe li dijî helwêsta hikûmetê ya derbarê birîndarên Cizîrê de nîşan dan.

K24 - Enqere

Parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu û Sezgîn Tanrikulu nerazîbûna xwe li dijî helwêsta hikûmetê ya derbarê birîndarên Cizîrê de nîşan dan û gotin ku Tirkiye li gor “hiqûqa şer” û “peymanên navnetewî” tevnager e. 

Mehmet Bekaroglu di daxuyaniya xwe ya li parlamentoyê de hikûmet ji ber ku tu gavan navêje tawanbar kir û got: “Evna nayê qebûlkirin. Ne aqil û ne jî wêjdan vê yekê qebûl dike. Peymanên navnetewî jî vê yekê qebûl nakin. Ne girîng e ku ew însanên birîndar kîn e. Tu dixwaze bila terorîst bin jî, ferq nake, tu dixwaze bila sivîl bin. Di şer de hiqûqa şer heye, peymanên navnetewî hene. Li gor hiqûqa şer û peymanên navneteweyî, di şer de birîndar bi awayekî ewle bo nexweşxaneyan tên şandin. Heger bi rastî jî Dewleta Tirkiyê, li gor hişmendiya dewletekê tevdigere, divê wan birîndaran bo nexweşxaneyê veguhêzîne. Dewlet tiştekî nabêje. Daxuyaniyên ku wezîr didin jî yek ji wan ne cihê baweriyê ye.

Ji aliyê din ve, Sezgîn Tanrikulu jî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bibîrxistin û wiha axifî; “Ev biryarên wiha ên girtina bergiriyan zûbizû nayên dayîn û yekem car ev biryar bo Tirkiyê tê dayîn ku tê wê wateyê mafê jiyanê di metirsiyê de ye û êşkence heye. Li herêmê mafên Mirovan bi giranî tên binpêkirin.”