Li Bakur pevçûn, qedexe û koçkirina xelkê berdewam e
Pevçûnên di navbera polîs û leşkerên Tirkiyê û şervanên Yekineyên Parastina Sivîlan de bi dijwarî didomin û îro jî leşkerekî Tirk canê xwe ji dest da.
K24 - Diyarbekir
Li navçeya Sûra Diyarbekir û navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexe, pevçûn û koçkirina xelkê berdewam e. Pevçûnên di navbera polîs û leşkerên Tirkiyê û şervanên Yekineyên Parastina Sivîlan (YPS) de bi dijwarî didomin û îro jî leşkerekî Tirk canê xwe ji dest da.
Ev 58 roj in ku li 6 taxên Sûrê qedexeya derketina derve û pevçûn berdewam e û beriya 2 rojan û pê de jî li 5 tax û kolaneke din jî ya navçeyê qedexe hat ragihandin. Bi hezaran kes naçarî bicîhiştina malên xwe bûn. Ji hêla din ve cenazeyên 4 xwepêşandaran hê jî di kolanên navçeya Sûrê de ne. Li Cizîra navçeya Şernexê jî qedeye derketina derve kete roja 45an.
Beriya hefteyekê 28 kes di binê jêrzemînekê de dorgirtî mabûn, ji wan 6 kesên birîndar canê xwe ji dest dabûn. Ji bo ku birîndar û cenaze ji jêrzemînê bêne derxistin parlementerên HDPê bi rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê re hevditinan dikin. Lê hê jî ti encamên erênî nestandine.
Herwiha bi hezaran kes li Taxa Girê Mîra ya navçeya Nîsabîna Mêrdînê kombûne û dixwazin derbasî Cizîrê bibin û bi hewara kesên dorgirtî mabûn biçin. Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag jî di nava girseyê de ye. Lê hêzên ewlekariya Tirkiyê ji ber sebebên ewlehiyê destûra derbasbûna girseyê nadin.