Rapora AKP: 220 hezar sivîl zerarmend bûne
Li gor raporê, li Cizîr, Silopî, Sûr û Nisêbînê, ji 439 hezar welatiyan 220 hezar welatiyan ji ber şer zerar dîtine, 93 hezar welatiyan koç kiriye û 10 hezar û 300 dikandar jî zerarmend bûne.
K24 – Enqere
Wekîlê Serokê Giştî yê AKPê Mehmet Alî Şahîn “Rapora Tekoşîna li Dijî Terorê û Ewlehiya Navxweyî” belav kir. Ev rapor 8 û 10ê Çile li Afyonê, Kampa 4emîn a Nirxandinê ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala ve hatiye pêşkêşkirin. Di raporê de nirxandinên parlementer û endamên partiyê jî hene.
Li gor raporê, Efkan Ala derheqê operasyonên li Bakurê Kurdistanê de agahî dane û gotiye; “Li cihên bûyer lê diqewimin wek Cizîr, Silopî, Sûr û Nisêbînê, ji 439 hezar welatiyan 220 hezar welatî ji ber pevçûnan zerar dîtine, 93 hezar welatiyan koç kiriye û 10 hezar û 300 dikandar jî zerarmend bûne.”
Li hember rapora ku Ala pêşkêş kiriye, ji parlamenter û endamên partiyê nêzîka 200 beşdaran, qala wê yekê kirine ku hikûmet wek salên 1990î, ketiye nav helwêstên ewlehiyê, hinek beşdarvanan jî pirsî ne; “Polîtîkayên ewlehiyê gelekî derdikevin pêş, gelo nexşerêyeke me ya siyasî heye?”.
Li gor medya Tirk, hinek endaman bi wêya ‘AKP dibe dewlet’ partiya xwe rexne kirine û gotine: “Ji bo partiyekê dewletbûn pirsgirêkên mezin derdixe holê. Ji parlementerên wê herêmê tiştekî nayê pirsîn. Di van demên dawî de her em li ser ewlehiyê diaxifin. Ev tişt, nayê xwestin.”
Beşdarvanên civîna AK Partiyê tekez kirine ku bi awayekî sosyolojîk û hestiyarî, gel ji hev diqetin, divê ev yek were rawestandin û li ser endamên PKKê yên hatine kuştin, divê siyaset neyê kirin.