Hevserokê PYDê: Amerîka ji me re got niha nexwet e
Salih Mislim li Cenêvê ji peymanêrê K24ê re axivî.
K24- Cenêv
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku, Amerîka ligel beşdarbûna wan e di Cenêv-3 de, lê gotine ku “niha ne xwet e.”
Hevserokê PYDê, Salih Mislim li Cenêvê ji peyamnêrê K24 re ragihand ku “Kurdên di nava şandeya opozîsyonê de, tenê nûneratiya xwe dikin û nûneratiya gel nakin.”
Tevî ku opozîsyona Sûriyê kongreya Cenêv-3 boykot kiriye, lê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê taybet li Sûriyê, Staffan de Mistura ragihand ku, ew dê îro ligel şandeya rejîmê bicive.
Salih Mislim derbarê encamên kongreyê de got: “Eger encam di berjewendiya Rojava û Sûriyê de be, ew dê pêbendî bibin.”
Derbarê beşdarînekirina PYDê di wê civîna navdewletî ya taybet bi dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, Mislim wiha got: “Hin alî hene ku naxwazin Kurd li Sûriyê bibin xwedan statûyek..Amerîka ligel beşdariya me ye, lê dibêje ku niha ne wext e.”