Firokeyên Tirkiyê, Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin

Heta niha jî bombebaran berdewam e.

K24- Sîdekan

Firokeyên şer ên Tirkiyê bi hênceta hebûna baregehên PKKê, sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Li gor zanyariyên K24ê, beriya bîstekê firokeyên şer ên Tirkiyê navçeyên Gelî Mugazî, Xinêr, Xwakurk û Kaniya Reş bi tundî bombebaran kirin.

Peyamnêrê K24 anî ziman jî ku, heta niha bombebaran berdewam e û firoke li esmana navçeyê difirin.