Li Mûşê 10 cewrik ji ber sir û sermayê mirin!
Sir û seqama Sîbiryayê Bakurê Kurdistanê xistiye bin bandora xwe. Li gelek bajaran ji ber qeşayê jiyana rojane rawestiya û herwiha li Mûşê jî bi dehan heywan mirin.
K24 – Mûş
Sir û seqama Sîbiryayê Bakurê Kurdistanê xistiye bin bandora xwe. Li gelek bajaran ji ber qeşayê jiyana rojane rawestiya û herwiha li Mûşê jî bi dehan heywan mirin.
Bandora sermaya Sîbiryayê ya li Bakurê Kurdistanê berdewam e. Li gelek bajaran ji ber barîna berfê qeşa ket û welatî nikarin ji malên xwe derkevin. Her wiha li Mûşê jî 10 cewrik ji ber sermayê qeşa girtin û mirin.
Welatiyekî di vê derbarê wiha got: “Heta niha em bûne şahidên wê yekê ku 25 cewrik mirine. Em bangî rayedaran dikin ku bo heywanan stargehan çêbikin. Em bi hêvî ne ku rayedar yekser gavên pêwist biavêjin.”
Welatiyên ku haya wan ji vê yekê çêbû bi derfetên xwe bo heywan qeşa negirin agir dadan û bang li rayedaran kirin ku bo parastina heywanan tedbîran werbigirin: “Em bangî hemû wan kesên xwedî wijdan û hemû berpirsan dikin ku, ji bo van heywanan tedbîran werbigirin da ku nemirin.”
Li gorî daneyên Rêveberiya Herêmê ya Meterolojiyê, doh bi şev bajarê herî sar, Miksa Wanê bû û hewa nêzîkî 33 pileyan dakete bin sifrê. Herwiha li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê rewşa hewayê bi dorê wiha bû; Li Kopa Mûşê di bin sifrê de 27 pile, li Mazgîrta Mûşê û Hesenqeleya Erzîromê di bin sifirê de 26 pile, li Agiriyê di bin sifirê de 24 pile bû.