"Dewlet tawanan bi rêya yasayan vedişîre"

Berpirsyara Komeleya Zarokan a Gûndemê Ezgi Koman da zanîn ku dewlet sûcan bi rêya yasayan vedişêre û got: "Hikûmet sûcên ku li dijî zarokan tên kirin, ceza nake."

K24 - Enqere

Komeleya Zarokan a Gûndemê li ser tawanên dijî zarokên ku nayên cezakirin û ser dozên wan raporek  bi navê “Rapora Necezakirinê” weşand. Di raporê de encamên dozên 2014-2015 jî cih girtin. Raporta ku ji aliyê komeleyê ve hat weşandin bi piştgirî û alîkariya Konsolosxaneya Swîsreyê hatiye amadekirin.

Berpirsiyara Komeleya Zarokan a Gûndemê Ezgi Koman da zanîn ku dewlet sûcan bi rêya yasayan vedişêre û got: "Hikûmet sûcên ku li dijî zarokan tên kirin, ceza nake. Herwiha gelek caran destdirêjiyê jî wekî ku zarokan xwestiye dide nişandan."

Koman diyar kir ku, bi taybetî neheqiyên ji aliyê dewletê ve tên kirin, di heman demê de jî ji aliyê dewletê ve wekî ku ne sucdar e tê parastin, herwiha mafên zarokan bi awayên cûrbicûr tên bin pê kirin û an bi destdirejiyê re rûbirû dimînin an jî bi terora dewletê.

Axivgêra bi navê parezêr Dilek Kumcu jî da zanîn ku dozên wan di lêkolînên xwe dîtine, Tirkiyê di warê zarokan de li gorî peymanên Navneteweyî tevnagere, di dozan de dema qonaxa lêpirsinê delîl baş nayen kom kirin û hingê jî doz nayên vekirin lewre tawanbar jî cezayên pir kêm werdigirin.