Parlamenterên HDP: Gelo li Cizîrê dewlet heye?

Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr tekez kir ku divê devlet dest ji polîtikayên “agir berda kayê, xwe da aliyê bayê” berde.

K24 - Enqere

Parlamenterên HDPê yên ku dest bi grêva birçîbûne kirine pirsa hebûn an nebûna dewletê ya li Cizîrê kirin. Li gorî daxuyaniya parlamenteran li herêmê pêvajoyeke şer û pevçûnê hatiye ava kirin û ligel ku pêywirdarên Wezareta Navxwe dizanin ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye gotin, “Em Serokwezîr Ahmet Davutoglu nanasin” jî derbarê wan de kiryarek nehatiye dest pê kirin.

Parlamenterên HDPê ku li Wezareta Navxwe 36 seat in di grêva birçîbûnê de bûn, li parlamentoyê derbarê Cizirê û li ser çaresernekirina pirsgrêka 22 kesên birîndar ku ji wan re ambulans nehatiye şandin civîneke çapemeniyê saz kirin. Cîgirê Koma HDPê Îdrîs Balûken bal kişande ser trajediyeke mirovane ku li Cizîrê di bodruma avahiyekê de ev heft roj in didome.

Balûken diyar ku peywirdarên Wezareta Navxwe ji wan re gotine, ji bo çareserkirina vê bûyerê Serokwezîr Ahmet Davutoglu bixwe dest avêtiye vê meseleyê. Herwîha Balûken got ku, peywîrdarên wezaretê serê sibehê telefonî ambulansê kirine wan jî li vê telefonê guhdarî kiriye û ji ber şer û pevçûnan bo ambulansan destûr nehatiye dayîn. Balûken diyar kir ku, ew bi dewleteke wiha re rûbirû mane ku mafên jiyanê desteser dike û şandina ambûlansan jî, bo Însiyatîfa keyfî ya hêzên ewlekariyê hatiye hiştin.

Balûken got: “Dema ku ambulans tevdigerin di heman demê pêvajoyeke şer û pevçûnê tê ava kirin. Herwiha li dijî ambulansan û karmendên wê midaxeleyên  li ber kuştinê têne kirin û bi vêna rê li ber hilgirtina birîndaran û rakirina cenazeyan bo nexweşxaneyê tê girtin. Ambulanseke ku girêdayî Wezareta Tendûristiyê ye tûne ye, hemû ambûlansên li wê derê yên şaredariyê ne.”

Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr jî got ku, ji bo hilgirtina birîndaran ambulansên şaredariyê 11 caran hewl dane. Baydemir tekez kir ku, divê devlet dest ji polîtikayên “agir berda kayê, xwe da aliyê bayê” berde û wiha axifî:   “Dewleta Enqerê û ya li Cizirê dewletên ji hev cuda ne? Ji ber ku gotin û kirin li hev nakin û hev nagirin. Dewleta ku li Cizîrê ye qudreta xwe zor û zordarî û helwêsta xwe ya har nîşan dide. Her kî ambûlansan gulebaran dike xwedê bela xwe bidiyê.”

Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş jî di axaftina xwe got ku, hikûmeta AKPê di warê Cizîrê de ne rast diaxife û got: "Ji bo vekirina korîdoreke mirovane û rizgarkirina birînadaran a bi rêya ambulansan em dê tevgera xwe ya li Wezareta Navxwe bidomînin."