Partiya Pêşverû piştgirya şanda Kurdî li Cenêv3 dike
Kongreya Cenêv3, duh, dest bi civînên xwe kir, nûnerên Kurdan jî di nav şanda opozîsyona Sûriyê de hene, çavdêrên siyasî jî dibêjin ji ber pirsgirêkên di navebra aliyên beşdar de,di danûstandin dê bi mehan bidomin.
K24-Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, ragehand ku, kongreya Cenêv3 derfeteke dîrokî ye, ew piştgiriya nûnrên Kurdan, ên di kongreyê de beşdarin dikin.
Derbarê vê mijarê de, Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek belav kir, di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Tevî ku me berî niha daxwaz kir bû ku rêjeya nûneratiya Kurdan di Cenêv3 de zêdetir bibe, herwiha pirsa Kurdî jî li ser maseya navdewletî were gotûbêjkirin, em dibînin ku kongreya Cenêv3 derfeteke dîrokî ye û pêwîste hemû alî piştgiriya wê bikin."
Herwiha di daxuyaniyê de wiha jî hatiye gotin: "Em weke Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, piştgiriya nûnerên Kurd di Cenêv3 de dikin, em daxwaz dikim ku roleke wan a giring di wan danûstandinan de hebe, daku Kurd bibin egera serkeftina wê kongreyê."