Şingalî dixwazin devera wan vegere ser Kurdistanê

Qeymeqamê bajarokê Şingalê Mehma Xelîl, ragihand ku îradeya wan ji hemû krîzan bihêztir e ku li Kurdistan û Iraqê hene û got: "Em dixwazin Şingal vegere ser Herêma Kurdistanê."

K24 – Şingal

Qeymeqamê bajarokê Şingalê Mehma Xelîl, ragihand ku îradeya wan ji hemû krîzan bihêztir e ku li Kurdistan û Iraqê hene û got: "Em dixwazin Şingal vegere ser Herêma Kurdistanê."

Li ser rewşa Şingalê û avakirina bajarok Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl di civîneke çapemeniyê de wiha axifî: "Ji bo avakirina Şingalê îradeya me ji hemû krîzan bihêztir e ku niha li Kurdistan û Iraqê hene."

Mehma Xelîl wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Serok Barzanî piştîvaniya me dike û em daxwazê ji aliyên siyasî dikin ku di dema biryardana çarenivîsa gelê Kurd li Şingalê piştgiriya me bikin, em dixwazin Şingal vegere ser Herêma Kurdistanê daku careke din bûyerên wek 08.03.2014an dûbare nebin."

Qeymeqamê Şingalê axaftina xwe wiha qedand: "Îradeyeke me ya bihêz heye bo avakirina Şingalê û em ji hemû alî û xêrxwazan dixwazin ku alîkariya me bikin."