Li Çewligê 5 nexweş di berfê de asê man

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê rê li ber hatûçûnê girt. Herwiha li Çewligê jî 5 nexweş bi qasî 7 saetan di berfê de asê man.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê zivistan bi hemû dijwariya xwe berdewam e û li ber jiyana rojana dibe asteng. Li gelek bajaran barîna berfê rê li ber hatûçûnê girt. Herwiha li Çewligê jî 5 nexweş bi qasî 7 saetan di berfê de asê man.

Li gundekî Kanîreşa Çewligê, 5 kes ji ber ta û tansiyona zêde rewşa wan têk çû. Xizmên wan xwestin ku wan bibin nexweşxaneyê, lê rêya gund ku 60 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e girtî bû.

Li ser vê yekê daxwaz bo Tîmên Lezgîn ên Xelaskirinê hate kirin ku bi hewara wan de were. Piştî 7 saetan ambûlanseke bi palet gehişt gund û nexweşên bi navê Belkisa Aşara (75), Belkisa Bulaga (87) û Meşrika Kapuya (70) salî ji ber tansiyonê bilind û şekirê zêde; Zarokên bi navê Semanur Çelikbilekê 2 salî û Bahoz Erdal Çelikbilekê yek salî jî ji ber taya zêde ya laş ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê hatin rakirin.

Li Bakurê Kurdistanê di serî de Erdexan û Erzîrom rêya hezaran gund û gundikan hatine girtin û welatî nikarin xwe bigihînin navendên bajêr û pêdiviyên xwe yên rojane bicih bikin.