Li Diyarbekirê 13 endamên hêzên ewlehiya Tirkiyê birîndar bûn

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, di operasyonan de pevçûnên dijwar derdikevin. Di şerê îro de 13 endamên hêzên ewlehiya Tirkiyê birîndar bûn.

K24 – Diyarbekir

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, di operasyonan de pevçûnên dijwar derdikevin. Di şerê îro de 13 endamên hêzên ewlehiya Tirkiyê birîndar bûn.

Qedexeya derketina derve li Sûra Diyarbekirê gihîşt roja 60'an. Beriya du rojan qedexe li 5 taxên dîtir jî hat ragehandin. Piştî ragehandina qedexeyê pevçûnên dijwar derketin.

Îro li gelek taxên Sûrê, teqemeniyên ku berê hatibûn bicihkirin, di hêzên ewlehiyê de hatin teqandin û her wiha bi nîşangirên tifingê kenasê jî birîndar hene. Hate ragehandin, di pevçûnên îro de 13 serbaz û polîs birîndar bûn. Rewşa hin birîndaran giran e.

Di operasyonên şeva borî de jî serbazekî canê xwe ji dest dabû. Piştî ferehkirina qedexeyê, tîmên operasyonên taybet yên Tirkiyê bo navçeya Sûrê hatibûn şandin.