Ji 7ê Hezîranê ve 256 polîs û leşker hatine kuştin
Piştî hilbijartina 7ê Hezîranê 256 endamên hêzên ewlehiya Tirkiyê di şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî hilbijartina 7ê Hezîranê 256 endamên hêzên ewlehiya Tirkiyê di şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane.
Li gor daneyên fermî, li Bakurê Kurdistanê ji 7ê Hezîranê ve 9 efserên pile bilind jî di nav de 256 polîs û leşkeran di şer pevçûnan de canê xwe ji dest dane.
Li Tirkiyê piştî hilbijartina 7ê Hezîranê AK Partî, piraniya xwe ya parlamentoyê ji dest da û proseya aştî û çareseriyê têk çû.
Li gor amarên fermî, di sala 2013ê de ku piroseya aştiyê dest pê kiribû tenê 3 endamên hêzên ewlehiya Tirkiyê canê xwe ji dest dabûn. Her wiha amarên şer ên sala 2015ê nîşan didin ku piştî salên 2000'ê kuştî û birîndar ji hemû salan zêdetir in.